Parlementerê Swêdê Jabar Amin li Tirkiye hate desteserkirin

Parlementerê Partiya Jîngehê ya Swêdê yê bi resen Kurd Jabar Amin, li Belafirxaneya Ataturk a li Stenbolê hate desteserkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Jîngehê ya Swêdê yê bi resen Kurd Jabar Amin, li Belafirxaneya Ataturk a li Stenbolê hate desteserkirin. Amin ligel grûbek parlementer ji bo çavderiya hilbijartinan li Tirkiye hatibû Stenbolê.

Ligor agahdariyên medya Swêdê, gava Jabar Amin hatiye ber Kontrola Passportê, Hêzên Ewleyî yên Tirkiye li benda wî bûn e û yekser ew desteser kirin e. Polisan diyarkiriye ku, biryar ji desteyek bilind ve hatiye dan. Sedema desteserkirina Jabar Amin nehatiye diyar kirin.

Wezareta Derve ya Swêdê ragihand ku, agahdarî liser desteserkirina Jabar Amin gihiştiye wan û wan yekser pêwendî ligeg Tirkiye daniye û daxwaza agahdariya desteserkirinê kirin e.

 

 

C.B