Bekir Bozdag: Gulen ji Tirkiyê re wek Bin Ladin e ji Amerîka re

Bekir Bozdag: "Wê Amerîka û gelê wê, çawa li Tirkiyê temaşe kiribana, heger penagehek ji Usama Bin Ladin re peyda kiriba û radestî Amerîka nekiriba?".

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmetî Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, ku Usama Bin Ladin ji Amerîka re çawa bû, Fethella Gulen jî ji Tirkiyê re wiha ye, mana Gulen li Amerîka wê ziyanê li pêwendiyên Washington û Enqerê bike.

Ajansa Anadolê ya Tirkiyê ji ser zimanê Bozdag belav kiriye, Enqere li bendî wê yekê ye, ku desthilata dadwerî ya Amerîka biryarê li ser radestkirina Gulen bide".

Herwiha got: "Pêwîst e berpirsên Amerîka dev ji helwestên xwe berdin û Gulen radest bikin".

Navhatî got: "Wê Amerîka û gelê wê, çawa li Tirkiyê temaşe kiribana, heger penagehek ji Usama Bin Ladin re peyda kiriba û radestî Amerîka nekiriba?".

Bozdag diyar kir, ku Gulen ji Amerîka çalakiyên neyarane li dijî Tirkiyê encam dide.

Tirkiyê di wê baweriyê de ye, ku destê serokê Rêxistina Perwerdeya Islamî Fethella Gulen, li pişt encamdana kudetaya Tîrmeha 2016an hebû.

N.O