Du zarokên Kurd ên Rojava derbasî Orkestraya Dortmundê bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Du zarokê Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Almanya derbasî nava Orkestraya bajarê Dortmundê bûn.
Heyv û Rok Osê du zarokên Kurd ên bajarê Hesekê ne ku li bajarê Dortmundê jidayik bûne, niha di nava Orkestraya wî bajarî de cih digirin.
Heyv û Rok ligel tevahiya endamên malbata xwe li ser destê bavê xwe Mihemed Osê fêrî mûzîkê bûne. Heyv Kemanê û Orgê û Rok jî li Tembûr û Kemanê dijenin.
Ji bilî mûzîkê jî, her du zarokên Kurd werzişa Boxsingê dikin û gihîştine astên baş ên vê werzişê.
S. B