HSD rewşa awarte ragihand

HSD rewşa awarte ji bo 48 demjimêran li bajarê Reqa ragihand, ji ber ku eger heye çekdarên DAIŞê êrîşî wî bajarî bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Dezgehên emnî yên ser bi Hêzên Sûrya Demokrat ve, rewşa awarte ji bo 48 demjimêran li bajarê Reqa ragihandin. Sedema wê biryarê ew e, ku eger heye çekdarên DAIŞê êrîşî wî bajarî bikin, ku berî niha ew wek paytexta xîlafeta xwe ragihandibûn.

Hêzên Sûrya Demokrat ku Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka piştevaniya wan dike, piştî çar mehan ji şerê giran karîn di Mijdara sala derbasbûyî de Reqa ji destê DAIŞê derxînin.

Hêzên asayişa Reqayê di daxuyaniyekê de ragihand, ku zanyarî li cem wan hene, hejmarek terorîst ku di berjewendiya DAIŞê de kar dikin, dixwazin êrîşî bajarê Reqa bikin û ewlehî û aramiya bajar têk bidin.

Piştî kontrolkirina paytexta xîlafeta DAIŞê ji aliyê HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ve, çekdarên wê girûpê çend caran li derdora bajar dest bi êrîşan kirin û berî çend rojan jî bombeyên vedayî di nav du otombêlên serbazî de, li navçeya Turkmanan li bakurê rojhilatê Reqa çandibûn.

N.O