Konferansa Aboriya Kurdistanê li Washingtonê birêve çû

Li Washingtonê Konferansa Aboriya Kurdistanê bi beşdariya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çendîn kompanya û sermeyadarên Amerîkî birêve çû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Washingtonê Konferansa Aboriya Kurdistanê bi beşdariya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çendîn kompanya û sermeyadarên Amerîkî birêve çû. Rêxistina wê konferansê bi mebesta dirustkirina hevahengiya di navbera kompanyayên navdarê yên Amerîka de ye, ji bo li Kurdistanê dest bi webirhênanê bikin.

Li ser wê konferansê Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê ji K24ê re got: “Çendîn konsol û sermedarên Amerîkî beşdarî konferansê bûn. Ev dîdar pêngava yekem e ji bo rê li ber kompanyayên Amerîkî xweş bikin ta webirhênanê li Kurdistanê bikin. Divê hewl bidin çend şandên din ên Kurdistanê serdana Washingtonê bikin û şandên bazirganî yên Amerîkî jî bêne Kurdistanê.”

Di şerê DAIŞê de, Kurd yekem qurbanî bû, ji aliyekî ve wêraniya gund û bajarokan, koçberî û şehîdbûna bi sedan ji kurên Kurdistanê, ji aliyekî din ve jî, lixwegirtina bi milyonan koçeber. Ta niha jî civaka navdewletî ew qurbaniyên gelê Kurdistanê qerebû nekirine.

Derbarê anîna kompanyayên Amerîkî bo Kurdistanê, Serperiştiyarê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê Ebdula Ehmed ji K24ê re got: “Daxwaz ji kompanyayên Amerîkî dikin pêşangeheke taybet bi kompaniyên xwe li Kurdistanê vekin, ji ber ku vekirina pêşangehê pireyekê di navbera kompaniyên biyanî û yên Kurdistanê de vedike.”

Lêkolîner û mamosteyê zanîngehê Sasha Toperich ji K24ê re anî ziman: “Gendelî pirsgirêkeke sereke ye hem li Kurdistanê û hem jî li tevahiya Iraqê, ji ber wê sedemê çendîn tirlyon Dolar winda bûne û xelkê ji ber wê jî rastî azarê bûye. Lê xelkê wê niha behsa wê pirsgirêkê dikin û pirs li cem wan çê bûye. Niha xelk li şûna girîngiyê bidin jiyana xwe, behsa nakokiyên taifî û pirsgirêkên din dikin.”