Asayişa Qamişlo serkirdeyekî Yekîtiya Xwendevanan digire

Endamekî Sekreteriya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê - Rojava (YXCDK-R) li bajarê Qamişlo ji aliyê asayişê ve hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Sekreteriya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê - Rojava (YXCDK-R) li bajarê Qamişlo ji aliyê asayişê ve hate girtin.

Jêderekî ji YXCDK-R li Qamişlo ji K24ê re da zanîn, Endamê Sekreteriya YXCDK-R Ekrem Xelef li mala xwe ji aliyê asayişa Qamilo ve girtin, bêyî ku sedema girtina wî bê aşkerekirin.

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê – Rojava di sala 2013an de hat damezrandin û wek rêxistineke civaka sivîl di nava ENKSê de ye.

Demek e Asayişa Rojava endam û serkirdeyên partî û rêxistinên di nava ENKS digire û tometa girtina wan jî nayin diyarkirin. ENKSê jî berî çend rojan di daxuyaniya xwe de ew kar şermezar kir û bi karekî terorî binav kir û daxwaza berdana hemû girtiyên xwe kir.

Di dama dawî de Endamê Desteya Şêwirmendiyê yê PDK-Sê Deham Eyo, endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê Mehmûd Weysî, Endamê Komîta Herêmî ya PYKS Meisûm Mihemed ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibûn girtin.

 

S. B