13 hezar Sûrî di bin eşkenceyê de hatine kuştin

Tûra Sûrî ya Mafên Mirovan radigihîne, ji destpêka krîza Sûriyê ve, 13 hezar welatiyên sivîl di zîndanên hikûmeta Sûriyê de di bin eşkenceyê de hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tûra Sûrî ya Mafên Mirovan radigihîne, ji destpêka krîza Sûriyê ve, 13 hezar welatiyên sivîl di zîndanên hikûmeta Sûriyê de di bin eşkenceyê de hatine kuştin.

Tûra Sûrî ya Mafên Mirovan raportek di roja cîhanî ya piştevaniya qurbaniyên eşkenceyê de belav kir, tê de diyar dike, ji meha Adara 2011an û ta Hezîrana 2018an 13 hezar û 197 sivîl di zîndanên rêjîma Sûriyê de di bin eşkenceyê de hatine kuştin.

Raportê aşkere kiriye, ji wan qurbaniyên ku di eşkenceyê de canê xwe jidest dane 167 zarok û 59 jî jin in.

Di raportê de hatiye jî, ta niha çarenivîsa 121 hezar û 829 welatiyên Sûrî ne diyar e û bi awayekî hovane di girtîgehên veşartî de rastî eşkenceyê tên.

Tûra Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, berdewamiya rêjima Sûriyê bi girtina Sûriyan û hîştina wan di rewşên nemirovane de û eşkencekirina wan, binpêkirineke aşkere ji pîvanên mirovahiyê û yasayên navdewletî re ye.

Rêveberê Tûra Sûrî ya Mafên Mirovan Fezil Ebdilxenî ragihand, eşkencekirina girtiyan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ta niha berdewam e û daxwaz ji rêjîma Sûriyê hemû awayên eşkenceyê rawestîne û rê bide komîteke lêkolîneke navdewletî ya serbixwe, Xaça Sor û rêxistinên yasayî derbasî girtîgehan bibin û hemû girtiyan rizgar bikin.

Herwiha raportê daxwaz ji grûpên çekdar jî kir, dawiyê li dadgehên ne yasayî bînin û hemû awayên eşkenceyê rawestînin û lêpirsînê bi kesên eşkenceyê dikin re bikin û wan dûr bixin.

Krîza Sûriyê di sala xwe heştemîn de berdewam e û bi sedema tundiya şer li wî welatî bi sedan hezar welatiyên sivîl bûne qurbanî.

 

S. B