Mihemed Îsmaîl: Deriyên nû dê li pêş ENKS vebibin

Şanedek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku li Riyazê paytexta Siûdiya Erebistanê ligel Desteya Danûstandinan ya Itilafa opozîsyona Sûriyê dicive û eger e ENKSê bibe qewareyeke siyasî ya serbixwe di wê desteyê de.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Şanedek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku li Riyazê paytexta Siûdiya Erebistanê ligel Desteya Danûstandinan ya Itilafa opozîsyona Sûriyê dicive û eger e ENKSê bibe qewareyeke siyasî ya serbixwe di wê desteyê de.

Şanda ENKS ku niha ligel Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê li Riyazê ye, hewildanan dike ku di nava Desteya Guftûgoyan ya Sûriyê de wekî qewareyeke siyasî ya serbixwe cihê xwe bigre. Serkirdeyên ENKSê tekez dikin, eger ev biryar bête pesend kirin, dê gelek derî li pêş ENKSê vebin ku karibe doza miletê Kurd bi xurtî li ser maseyên navdewletî danin.

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl di wê derbarê de ji K24ê re got: “Heger çê bû, derî li pêş ENKS vedibin, taybetmendiya ENKS ku bibe beşek serbixwe ji opozîsyona û pirsa Kurdî bibe ser masa navdewletî û çawa beşdariyê bike ku çawa selikên opozîsyonê û biryarên navdewletî cibicî bibin û heta pirsa Komîta Destûrê û hemû şêwazên xebatê, ku ENKSê bo hebûn û taybetmendiya miletê Kurd li ser masa navdewletî, nûnertiya gelê Kurd bike.”

Ji aliyê xwe ve hin şîrovekarên siyasî dibînin ku ji mafê tevgera siyasî ya kurdî ye ku bibe şandeke serbixwe di nava Itîlafê de. Herweha dibînin jî ku aliyên siyasî di nava Itîlafê de naxwazin hêzeke Kurdî di nav wan de hebe, loma pêwist e hevrêziyek di nava hemû çarçoveyên siyasî yên Kurdî de çêbibe, nemaze ku hêzeke Kurdî ya leşkerî heye û dê bibin hevbeşê tevaya biryarên siyasî ji bo paşeroja Sûriyê.

Şîrovekirina siyasî Mihemed Hisên dibêje: “Vê derfetê nadin Kurdan, heger bidin Kurd dê bibe hêzeke mezin di hundirê Îtîlafê de. Îxwanî kontrola Îtîlafê dike û naxwaze ji xwe re şirîkekî çê bikin. Bo ENKSê xweşok kar bike û hevrêziyekê bi TEV-DEMê û Hevbendî û Pêşverû re çê bike, dê tiştine baş çê bibin û ev gaveke pîroz e û dê here serî.”

Şanda ENKSê bi mebesta beşdariya civînên asayî yên Desteya Danûstandinan seredana Riyadê dike û eger biryara navbûrî hate pesend kirin, dê hejmara qewareyên siyasî di nava wê desteyê de de ji 6an bibe 7 û eger e nûnerên ENKSê di nava desteyê de zêdetir bibin.