Putin: Vekişîna hezar leşkerî û 27 firokeyan ji Sûriyê ragihand

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn ragihand, vekişandina hêzên leşkerî ji Sûriyê dewam dike û diyar kir, di çend rojên dawî de 13 firoke, 14 helîkopter û 1140 leşker vegeriyane Rûsyayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ragihand, vekişandina hêzên leşkerî ji Sûriyê dewam dike û diyar kir, di çend rojên dawî de 13 firokeyên şer, 14 helîkopter û 1140 leşker vegeriyane Rûsyayê.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn li Krmlinê di hevdîtina ligel xuleke nû ya leşkeran de axivî û got: "Vekişîna hêzên me yên leşkerî ji Sûriyê, ji dema ku ez çûm Himeymîmê ve destpê kiriye. Ev pêvajoya vekişandinê berdewam e."

Serokê Rûsî diyar kir, "Tenê di çend rojên dawî de 13 firoke, 14 helîkopter û hezar û 140 leşkerî vekişiyane."

Putîn di Çileya 2017an de serdana baregeha Himeymîmê ya li Sûriyeyê û hêzên esmanî yên Rûsî li wî welatî kiribû.

Rûsyayê di 30î Îlona 2015an de li ser daxwaza Serokê Sûriyê Beşar Esed dest bi êrîşên xwe Sûriyê kiribû.

 

S. B