CHP: Soylu bûye gef a ewlekariyê
K24 – Navenda Nûçeyan
CHP gotinên Wezîrê Navxweyî Silêman Soylu rexne dike û dibêje, Wezîrê ewlekarî bi xwe bûye gefa li ser ewlekariya navxweyî û daxuyaniyên wî ji PKKê zêdetir civakê perçe dikin.
Peyvdarê CHPê Bulent Tezcan di civîna rojnamevanî de da xuyakirin, Silêman Soylu ferman daye parêzgaran ku nehêlin nûnerên CHPê beşdarî merasîma veşartinan termên leşkerên Tirk bibin. Her weha gotiye yên di sindoqan de bihevre ne, bila di merasîman de jî werin ba hev.
Tezcan got, daxuyaniya Soylu herî kêm qasê PKKê civakê perçe dike û dixwazin di merasîma terman de alozî dirust bikin û mizgeftan bikin warê şer û pevçûnan.
Da zanîn, hêzên tarî piştî van daxuyaniyan dikevin liv û tevgerê û xwest demildest Wezîrê Navxweyî dest ji kar bikşîne, bo miletê êdî bûye metirsiyeke mezin, berpirsê ewlekariyê bixwe bûye gefa ewlekariyê. Tezcan got, Soylu bi van daxuyaniyan dixwaze careke din bibe Wezîrê Navxweyî.
C.B