Urdin: Em nema pêşwaziya penaberên Sûrî dikin

Wezîrê derve yê Urdinê daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku ti alî ji bo wergirtina penaberên Sûrî, fişarê li welatê wî neke.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefedî di kongirekî rojnemevanî de, piştî ku bi emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî re civya got: Hejmara penaberên Sûrî li Urdinê gihaye astekî bilind û em nema karin pêşwaziyê li hejmareke din a penaberên Sûrî bikin.

Derbarê wê biryara welatê xwe, Eymen Sefedî daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku ti alî ji bo wergirtina penaberan, fişarê li Urdinê neke.

Li gorî Hikûmeta Urdinê milyonek û 300 hezar penaberên Sûrî li Urdinê hene ku li nav kampan û li nav bajaran jî dijîn.

Ji roja 19ê Hizêranê ve, Artêşa Sûryê bi piştevaniya firokeyên Rûsî, li parêzgeha Der`a dest bi operasyoneke serbazî kiriye, tevî ku ew dever di civîna Astana ya sala 2017an de, wek devereke kêmkirina aloziyan hatibû destnîşankirin.

Herwiha ji ber operasyonên Artêşa Sûryê li ser wê parêzgehê, tê pêşbînîkirin nêzîkî 45 hezar Sûriyên din jî penaberî Urdinê bibin.

N.O