Partiyên Kurdistanî: Em Şêx Seîd û Hevalên Wî Bi Giramî Bi Bîr Tînin

Bi egera 93 salemîn a bibîranîna roja bidarvekirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî Partiyên Kurdistanî (Hereketa Azadi, PAK, PDK, PSK) daxûyaniyek arasteyî raya giştî kirin. Kopyeyek jê gihişt Kurdistan24.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi egera 93 salemîn a bibîranîna roja bidarvekirina Şêx Seîd Efendî û hevalên wî Partiyên Kurdistanî (Hereketa Azadi, PAK, PDK, PSK) daxûyaniyek arasteyî raya giştî kirin. Kopyeyek jê gihişt Kurdistan24.

Ev naveroka daxûyaniya Partiyên Kurdistanî ye:

93 sal li ser darvekirina Serokê Tevgera Netewî ya sala 1925an Şêx Seîd ê nemir û 47 hevalên wî yên welatparêz û têkoşer derbas bû. Şêx Seîd û hevalên xwe di roja 29ê Hezîrana 1925an de hatin darvekirin.

Lê belê li paş evqas salan, pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê ne tenê nehatiye çareser kirinê, her wusa aloztir bûye.

Ligel hinek guhartinên biçûk, siyaseta fermî ya Dewleta Tirkiyeyê, ku li ser înkar û asîmîle kirina pêkhateyên netewî û olî hatiye ava kirinê, her li çihê xwe maye.

Zimanê Kurdî îro jî ne azad e, gelê Kurd di welatê da bêyî statuyeke siyasî û netewî dijî.

Dewleta Tirk îro jî wekî 93 sal berê pirsa Kurd wekî pirsa "rêgîr, çete û teror" nişan dide û siyaseta çareseriya tund û tûjiyê bi rêva dibe û ji bona vê armancê Kurdistan kiriye serbazgeh û mîlîtarizm roj bi roj xurttir dibe.

Dewleta Tirk îro jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wusa li seranserê Kurdistanê li dijî azadiya gel e, gefan li perçeyên din yên Kurdistanê dixwe, êrîş dike ser wan.

Îro jî herwekî 93 sal berê welatparêzên Kurd têne girtin û dadigeh kirinê.

Tirsa Dewleta Tirk ji gorên serok û şehîdên Kurdistanê her berdewam e û em îro jî nizanin qebrên pîroz yên Şêx Seîd û hevalên wî li ku ne?

Em weke partî û rêxistinên Kurdistanî di 93yemin salvegera  îdama Şêx Seîd û hevalên wî de careke din soz didin ku emê rê û rêbaza wan bernedin; heta bi dest xistina wan armancên netewî, yên ku her wusa Şêx Seîdê Pîran û hevalên xwe û bi dehan hêzar şehîdên Kurdistanê di rêya wê de canê xwe feda kirine, emê kar û xebata xwe bidomînin.

Em weke partî û rêxistinên Kurdistanî careke din banga Dewleta Tirkîyeyê dikin, ku şûna gorên Şêx Seîd û hevalên wî eşkere bike.

Em di 93 saliya şehadeta wan da Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî  bibîr tînin.

Bi wesîleyê vê roja dîrokî, em bangî partî û rêxistinên siyasî, dezgehên sivîl û komeleyên demokratîk dikin, ku ji bona eşkere kirina gorên Şêx Seîd û hevalên wî em bi hevra  kar û xebatê bikin.

29.06.2018

Hereketa Azadi, PAK, PDK, PSK

 

 

C.B