Perlemantera HDPê Leyla Gûven hat berdan

Leyla Gûven berî 5 mehan ji niha, bi tometa bangeşekirinê ji PKKê re hatibû zindanîkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevseroka Kongireya Civakên Demokratîk KCDê û perlemantera HDPê ya Colemêrgê Leyla Gûven ji aliyê Dadgeha Diyarbekirê ve hate berdan.

Leyla Gûven berî 5 mehan ji niha, bi tometa bangeşekirinê ji PKKê re hatibû zindanîkirin. Piştre di Hilbijartinên 24ê Hezîranê de, li ser lîsteya HDPê wekî perlemantera Colemêrgê hat hilbijartin.

Li aliyekî din, perlemanterê CHPê Eren Erdem hat girtin.

Eren Erdem ku duh hatibû desteserkirin îro li Dadgeha Stenbolê hat dadgehkirin.

Beramberî tometên li wî hatine kirin, Eren Erdem got: Ti pêwendiya min bi Tevgera Fetullah Gulen re tine ye û tometên li dijî min bêbingeh in û ji rastiyê dûr in.

Lê Dadgeha Stenbolê bi tometa alîkarîkirinê ji Tevgera Fetullah Gulen û eşkerekirina lêpirsîneke nehênî ew da zindankirin.

N.O