Rewşa Awarte li Tirkiye bidawî dibe?
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê rewşa awarte careke din naye dirêjkirin.
Cîgirê Serokê Koma AK Partî ya Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Elîtaş da xuyakirin, rewşa awarte 18'ê Tîrmehê dawî dibe û bo careke din naye dirêjkirin.
Da zanîn, eger hikûmet daxwaznameya dirêjkirina rewşa awarte neşîne parlamentoyê, rewşa awarte jiber xwe radibe û diyar e Serokomar Erdogan daxwaza dirêjkirina rewşa awarte nake.
Rewşa Awarte li Tirkiye piştî hewldana Kûdetaya Leşkerî di Tîrmeh a 2016an de hate ragihandin û heta 18ê Tîrmeh a îsal biryara hebûna wê heye, ango ev 2 sal in Tirkiye di Rewşa Awarte de dijî. Di vê demê de, Hêzên Ewleyiyê bûn e xwedî gelek maf an ên binçavkirin, desteserkirin û girtinan.
C.B