Partiyeke Hollendî: Divê NATO Tirkiyê neparêze
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Hollandayê radigihîne, heger Tirkiye bi êrîşek re rûbirû bimîne divê NATO wî welatî neparêze.
Serokê Partiya Xirîstiyanan Gert-Jan Segers ji rojnameya Hollandî De Telegraafê re axivî û got, Tirkiye li Rojhilata Navîn bûye welatekî êrîşker û bi operasyona Efrînê sînora xwe derbas kiriye û ew vê pêgeha Tirkiyê şermezar dikin.
Gert-Jan Segers got jî, heger welatek êrîşê Tirkiyê bike û Tirkiye daxwaza alîkariyê ji NATOyê bike, divê NATO Tirkiyê neparêze.
Hikûmeta Hollandayê ji 4 partiyan pêk tê û Partiya Xirîstiyanan jî yek ji wan e.
Xala pencemîn a Peymana NATOyê diyar dike, êrîşek li dijî welatekî endamê NATOyê were kirin, rasterat li dijî NATOyê jî êrîş e.
S. B