Tirkiyê ji Iraqê dixwaze ku rewşa Kerkûkê aram bike
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Tirkiyê ji Hikûmeta Iraqê dixwaze, ku rêkarên pêwîst ji bo asayîkirina rewşê li Kerkûkê bistîne.
Di daxuyaniyekê de, wezareta derve ya Tirkiyê teqîna duh a Kerkûkê bi tundî şermezar kir û ji Iraqê xwest ku hemû rêkarên pêwîst bistîne ji bo aramî û ewlehiya li Kerkûkê vegerîne.
Herwiha wezareta derve ya Tirkiyê diyar kir, ku ew li bendî wê yekê ne, berpirsên Iraqî di zûtirîn dem de û bi awayekî zelal lêkolînê li ser wan gotgotan bike, ku behsa çêbûna saxtekariyan di hilbijartinên Kerkûkê de dikin.
N.O