Parlamenterê HDPê: Tecrîda li ser Ocelan, hatiye ser tevahiya Kurdan

Parlamenterê HDPê Hişyar Ozsoy dibêje, tecrîda li ser Rêberê PKKê Ebdula Ocalan hatiye danîn, niha liser tevahiya civaka Kurdistanê tê meşandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDPê Hişyar Ozsoy dibêje, tecrîda li ser Rêberê PKKê Ebdula Ocalan hatiye danîn, niha liser tevahiya civaka Kurdistanê tê meşandin.

Parlamenterên HDPê Hişyar Ozsoy û Remziye Tosun li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê ji ber encamên hilbijartinê spasiya gel kirin. Ozsoy da xuyakirin, di bin mercên rewşa awarte de ev du sal in stemên mezin li Kurdan tên kirin.

Ozsoy got, hevalbendiya AK Partî û MHP li ser tecrîda Rêberê PKKê Ebdula Ocalan ji sala 2015'ê ve dest pê kir. Dema pêvajoya aştiyê bidawî bû, mercên Îmralî hatin tundkirin. Piştî vê siyasetê, li seranserî Kurdistanê bi hezaran kesan canê xwe jidest dan û hezaran kes hatin zîndanîkirin.

Da zanîn jî, ev siyaseta desthilatê, bû sedema têkdana aboriyê û welat ji bo hemû civakê bûye zîndaneke mezin.

 

S. B