Îro dengên hilbijartinên Iraqê bi destan tên hejmartin

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ku ji aliyê tîmeke dadweran ve serperiştiya wê tê kirin, îro ji demjimêr 08:00 dest bi hejmaretina bi dest a dengên hilbijartinên 12ê Gulanê bûrî yên gilî li ser hene, kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ku ji aliyê tîmeke dadweran ve serperiştiya wê tê kirin, îro ji demjimêr 08:00 dest bi hejmaretina bi dest a dengên hilbijartinên 12ê Gulanê bûrî yên gilî li ser hene, kir.

Li ser pirsa bidest hejmartina dengan li Kekrûkê, endamê polîtbîroya YNK Hakim Qadir Hemecan di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku hejmartina dengên wan sindoqên ku gilî li ser wan hatine kirin, tiştekî asayî ye, lê hejmartina dengan bi awayekî giştî, karekî nedirust e, ji ber ku hilbijartin li hemû Iraq bi yek yasayê hatin encamdan, di warê yasayî û siyasî de yek pirose ye. Lewma nabe tenê li Kerkûkê hemû deng bidest bên hejmartin.

Hemecan got: Em bi zelalî dibêjin, ku YNK vî tiştî qebûl nake, heger deng bi destan bên jimartin, bila yên hemû Iraq bên hejmartin, ji ber ku hemû bi yek yasayê bûne.

Roja 12ê Gulana bûrî hilbijartinên Parlemantoya Iraqê birêve çûbû, lê li hin gilî li ser hejmartina dengan a bi amûreya eliktironî hatin tomarkirin û ta niha encamên lê mikurhatî ji aliyê desthilata dadweriyê ve nehatine ragihandin.

Proseya hejmartina dengan bi dest nêzîkî 400 sindoqên 7 parêzgehan lixwe digire. Biryar e jî bi dawiyê vê mehê re encamên wê hejmartinê bên ragihandin.

Li gor jêderên agahdar, dê encamên wê hejmartinê ti bandoreke zêde li ser encamên ku hatine ragihandin neke.

 

S. B