Efrîn.. Grûpên çekdar bi topan bi hev ketin

Grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re ketine Efrînê, li nava bi hev ketin û dengê topan jî li nava Efrînê tê bihîstin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re ketine Efrînê, li nava bi hev ketin û dengê topan jî li nava Efrînê tê bihîstin.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, ji duhî ve şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de li nava Efrînê derketiye. Îro jî ji girê Keferşîlê (2 K.M) li rojavayê Efrînê top ber bi aliyê rojhilatê Efrînê tên avêtin.

Wî jêderî da zanîn, şeva bûrî jî dengê teqînekê lê nêzîkî dowara Newroz a Efrînê hat bihîstin, di piştre jî dengê ambulansan hat bihstin. Tê gûmankirin ku grûpên çekdar bi xwe ew teqîn encam dabin.

Amaje bi wê yekê jî, ji duh ve û bi destpêka pevçûnan re, rewşeke aloz li nava Efrînê dirust bûye û xelkê Efrînê di malên xwe dimînin û newêrin ji malên xwe derkevin.

 

S. B