Hêzên rêjîmê 4 pizîşkên biyanî li Qamişlo girtin

Rêveberiya xweser: Ew pizîşkana ji berî du rojan ve hatine girtin, ew jî piştî ku riya xwe winda kiribûn û derbasî navçeyên desthilata rêjîmê bibûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî ser bi opozisyona Sûryê ve eşkere kir, ku hêzên rêjîma Sûryê li nav bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê, 4 pizîşkên biyanî ku di rêxistina Pizîşkên Bêsînor de kar dikin, desteser kirine.

Li ser vê mijarê, berpirsê Ofîsa Karûbarên Rêxistinan a ser bi rêveberiya xweser ve, Dijwar Ehmed ragihand, ku ew pizîşkana ji berî du rojan ve hatine girtin, ew jî piştî ku riya xwe winda kiribûn û derbasî navçeyên desthilata rêjîmê bibûn.

Navhatî diyar kir, ku heya niha ew li gel hêzên rêjîmê di pêwendiyan de ne, daku wan pizîşkan serbest berdin.

Herwiha behsa wê yekê kir, ku îro wê rêketinek li ser vê pirsê di navbera rêveberiya xweser û Hikûmeta Sûryê de çêbibe.

N.O