9ê Tîrmehê Tirkiye derbasî sîstema nû dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Roja destpêkirina sîstema nû ya Tirkiyeyê eşkere bû û Tirkiye 9ê Tîrmehê roja duşemê bi awayek fermî derbasî Sîstema Hikûmeta Serokomartiyê dibe.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dê 9ê Tirmehê roja duşemê seet 16:00an li Parlementoya Tirkiyeyê sond bixwe. Piştre seet 18:00an de li Koşka Serokomariyê bi beşdarbûna 3 hezar kesan reûresma derbasbûna Sîstema Hikûmeta Serokomartiyê bi rê ve biçe û Erdogan dê kabîneya xwe ya nû eşkere bike.
C.B