Navên namzetên Parlemantoya Kurdistanê tên tomarkirin

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragihand, ji roja 7ê Tîrmehê dest bi tomarkirina navên namzetên hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragihand, ji roja 7ê Tîrmehê dest bi tomarkirina navên namzetên hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê dibe.

Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyan ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Şoreş Hesen ji K24ê re ragihand, komisyon ji roja 7ê Tîrmehê dest bi tomarkirina navên namzetên hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê dike û ta û ta 25ê Tîrmehê berdewam dibe.

Biryar e di hefteya bê de jî dest bi nûkirina tomarkirina dengdaran were kirin, ji bo yekê jî Komisyona Hilbijartinan daxwaz ji welatiyan dike bo ji dilniyabûna hebûna navên wan, serdana binkeyên komisyonê bikin.

Biryar e hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê roja 30î Îlona bê birêve biçin.

 

S. B