Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonyayê kir

Serok Barzanî tekez dike, herêma Kurdistanê bi çend mercan amade ye, alîkariya proseya siyasî ya Iraqê bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî tekez dike, herêma Kurdistanê bi çend mercan amade ye, alîkariya proseya siyasî ya Iraqê bike.

Serok Barzanî, di civînekê de digel balyozê nû yê Japonyayê li Iraqê Fumio Îwai tekez kir, eger prensîbên hevbeşiyê di desthilata bicîhkirinê, lihevkirin di yasadananê û hevsengî di dezgehan de liber çavan bê girtin, herêma Kurdistanê amadeyiya temam, ji bo alîkarîkirina proseya siyasî ya Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan heye.

Balyozê Japonyayê jî, dilgiraniyên welatê xwe li hember proseya siyasî ya Iraqê, piştî hilbijartinan, ji Serok Barzanî re ragihand.

 

 

C.B