Neteweyên Yekgirtî spasiya gel û hukimeta Kurdistanê dike

Neteweyên Yekgirtî, ji bo alîkarîya penaberan spasîya gel û hikumeta herêma Kurdistanê dike û hişyariyê ji rewşa Iraqê dide ku, ji bo vegera awareyan hîn jî, ne guncav e

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekgirtî, ji bo alîkarîya penaberan spasîya gel û hikumeta herêma Kurdistanê dike û hişyariyê ji rewşa Iraqê dide ku, ji bo vegera awareyan hîn jî, ne guncav e.

Di ragihandineke Berpirsê Nivîsîngeha Rojhilata Navîn û bakûrê Efrîqayê ya rêxistina Neteweyên Yekgirtî, ji bo penaberan de hatîye,  salek bi ser kontrolkirina Mûsilê ve derbas dibe, lê heya niha bandor a şer û nakokiyan biser Iraqê ve berdewam e. Ji bo xelk bikare vegere cihê xwe, pêwîste civak were avakirin û avakirina civakan jî, tenê bi avahî û xaniyan nabe.

Di ragihandinê de hatiye, heya niha nêzî 4 milyon Iraqî vegeriyane cihên xwe. Lê di rewşek xerab de ne û pêwîst e astengiyên hember 2 milyon Iraqiyên din, ku heya niha jî aware ne, bên rakirin.

Lidor penaberên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Neteweyên Yekgirtî eşkere dike ku, her meh 700 penaberên Sûrî tên Iraqê û hişyariyê jî dide ku, piştî ji 7 salên şer, tû asoyek ji bo dawîhatin a şer û azarên gelê Sûriyê nîn e.

Neteweyên Yekgirtî diyar dike ku, herêma Kurdistanê 97 ji sedî penaberên Sûrî li xwe girtin e û dibêje, ew aware bi awayek dilovan e, ji bal xelk û Hikumeta herêma Kurdistanê ve hatîne pêşwazîkirin û parastin, ku ew başiya Kurdên Iraqê li hember cîranên xwe yên Sûrî bi rastî helwestek cihê rêzdariyê ye û mezin e.

 

 

 

C.B