Yekîtiya Ewrûpa normalkirina pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê pêwîst dibîn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Ewropayê normalkirina pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de bi pêwîst dibîn e.
Di projebiryarekê de ku, Parlemanê Ewropa derbarê pêwendiyên hevbeş ên stratejî Ewropa û Îraqê der kiriye, daxwaza çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de dike. Ev yek jî hatiye ku, divê madeyên Destûrî yên ku nehatine cîbicîkirin û pirsgirêkên din kar li ser wan werin kirin. Herwiha çareserkirina nakokî û pirsgirêkên samanên suriştî û enerjiyê jî.
Di projebiryarê de pesnê rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hatiye kirin. Tekezî li ser wê yekê jî hatiye kirin ku, Îraq a demokrat ,misogeriya aştî û aramiyê ye û geşkirina welat e jî.
C.B