Çawîşoglû: Piştî Minbicê emê berê xwe bidin navçeyên din yên bakurê Sûrya
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ragihand, ku piştî Minbicê û li gorî rêketina wan li gel Amerîka, ewê berê xwe bidin navçeyên din ên bakurê Sûrya.
Amerîka û Tirkiya di 4ê Hizêranê 2018an de, li ser nexşeriyekê ji bo pêşeroja Minbicê û derxistina HSD û YPGê ji wî bajarî lihev kirin.
Îro jî wezîrê derve yê Tirkiyê ji ajansa Anadolê ya Tirkî re behsa bicîkirina hin xalên nû yên wê rêketinê kir û got: Piştî temambûna karên me li Minbicê û derxistina YPGê ji wê deverê, emê ber bi navçeyên din ên bakurê Sûryê ve biçin.
N.O