Çekdarên DAIŞê 7 endamên malbata pasewanekî Hadî Amirî kuştin
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Hevpeymaniya Fetih û emîndarê giştî yê rêxistina Bedir Hadî Amirî ragihand, ku çekdarên DAIŞê komkujiyek li dijî endamên malbata pasewanekî wî encam dane û 7 kes ji wan kuştine.
Amirî li ser wê bûyerê got: Hîna şerê DAIŞê berdewam e, şevê din li navçeyên Diyale, çekdarên wê rêxistina tundrew tevahiya endamên malbata pasewanekî min kuştin.
Şerê niha di nav hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê de, wek şerê heyfhilanînê lê hatiye, çend rojan berî niha û ji bo heyfhilanînê li ser kuştina 8 endamên xwe ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, hêzên Iraqî dest bi operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê kirin.
Li dijî wê operasyonê jî, çekdarên DAIŞê li navçeyên rojavayê Nînewa û başûrê Diyale, dest bi êrîşan kirine û heya niha 14 kes kuştine û revandine.
Ev bûyerana di demekê de ne, ku di sala derbasbûyî de, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bidawîhatina çekdarên DAIŞê li Iraqê ragihandibû.
N.O