Rêveberiya xweser zeviyên petrola Hesekê radestî rêjîmê dike

Hin berpirsên rêvebreiya xweser: YPG û Hikûmeta Sûryê derbarê petrola Hesekê lihev kirine, li gorî rêketina di nav herdu aliyan de, wê tevahiya piroseyên firotina petrolê di destê Hikûmetê de bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya Weten ya ser bi Hikûmeta Sûryê ve, ragihand ku rêveberiya xweser û Hikumeta Sûryê, lihev kirin ku rêveberî zeviyên petrola Hesekê radestî Hikûmetê bike.

Rojnameyê ji ser zimanê hin jêderên di nav rêveberiya xweser de veguhestiye, ku Yekîneyên Parastina Gel û Hikûmeta Sûryê derbarê petrola Hesekê lihev kirine, li gorî rêketina di navbera herdu aliyan de, wê tevahiya piroseyên firotina petrolê di destê Hikûmetê de bin.

Heman rojnameyê diyar kir, di dema dawî de şandên Hikûmeta Sûryê seredana Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa û Şedadê kirin û li gel serkirdeyên YPGê civiyan.

Berî niha jî rojnemeya navahtî, nûçe derbarê rêketinekê di navbera Hikûmeta Sûryê û YPGê de belav kiribû, ku Hikûmet Sûrya wê dîsan vegere navçeyên Rojavayê Kurdistanê, lê rêveberiya xwe ser ew yek red kiribû.

Herwiha di rojên derbasbûyî de, hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Ilham Ehmed, di daxuyaniyekê de ji medya nêzîkî opozisyona Sûryê re ragihand, ku wan ti civîn li gel Hikûmeta Sûryê lidar nexistiye û tevahiya nûçeyên ku behsa vegera Hikûmeta Sûryê ji bo navçeyên di destê wan de li bakurê Sûryê û Rojavayê Kurdistanê nerast in.

N.O