Xwepêşanderên Besra ketin avahiya parêzgehê û dewam hat rawestandin

Nûçegihanê Kurdistan24ê: Xwepêşander derbasî nav avahiya Encûmena parêzgeha Besra bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Tevî belavkirina jimareke mezin ji hêzên emnî, lê îro jî xwepêşandanên nerazîbûnê û dilgiraniya xelkê li parêzgeha Besra li başûrê Iraqê destpê kir.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Besra ragihand, ku hêzên emnî riyên serekî birrîne û dewamê fermî jî li parêzgehê hat rawestandin û xwepêşandanên nerazîbûnê destpê kirine.

Nûçegihanê Kurdistan24ê tekez kir, ku xwepêşander derbasî nav avahiya Encûmena parêzgeha Besra bûne, tevî ku Hikûmeta Iraqê hêzeke serbazî mezin li nav parêzgehê belav kiribû.

Ev hefteyeke xwepêşandan li parêzgehên başûrê Iraqê destpê kirine û ji ber wê yekê, duh wezareta navxwe ya Iraqê rewşa awarte li parêzgehên başûrê Iraqê ragihand.

Her bi sedema xwepêşandanan, destpêkê Hikûmeta Iraqê torên civakî bilok kir û niha jî internêt li ser tevahiya Iraqê rawestandiye.

N.O