Du xwepêşanderên din ên Iraqî li Mîsan canê xwe jidest dan
K24 - Navenda Nûçeyan
Du xwepêşanderên ku duh li parêzgeha Mîsan li başûrê Iraqê birîndar bibûn, îro canê xwe jidest dan û jimara kuştiyan ji bo sê kesan bilind bû.
Peyvdarê rêveberiya tendirustî li parêzgeha Mîsan, ji malpera Bexdad Post re got: Ji ber ku hêzên emnî bi awayekî bêser û ber teqe kiribûn, duh du xwepêşander birîndar bûn, lê ji ber giraniya birînên wan, îro canê xwe jidest dan.
Bi sedema kêmiya xizmetkariyê û gendeliyê û nebûna derfetên kar, ev hefteyek e, li çend parêzgehên başûrê Iraqê xwepêşandanan destpê kiriye û heya niha hejmarek kuştî û birîndar ji xwepêşanderan ketine.
Hikûmeta Iraqê ji bo rê li ber firehbûna xwepêşandanan bigire, ji duh ve internêt ji ser tevahiya parêzgehan birrî ye.
N.O