Rêvebirê polîsê Necef jikar hat dûrxistin

Her bi sedema têkçûna rewşa emnî ya Necef, herdu kompaniyên firokevaniyê, Fly Dubai ya Îmaratî û Royal a Urdinî, geştên xwe ji bo firîngeha Necefê rawestandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji ber zêdebûna dilgiranî û nerazîbûna welatiyan û firehbûna xwepêşandanan li parêzgeha Necef, wezîrê navxwe yê Iraqê Qasim E'irecî, biryara dûrxistina Rêvebirê Polîsî wî bajarî da.

Her bi sedema têkçûna rewşa emnî ya Necef, herdu kompaniyên firokevaniyê, Fly Dubai ya Îmaratî û Royal a Urdinî, geştên xwe ji bo firîngeha Necefê rawestandin.

Li dijî kêmiya xizmetkariyan û gendeliyê, li çend parêzgehên başûrê Iraqê xwepêşandan destpê kirine û heya niha hejmarek kuştî û birîndar hene.

Hikûmeta Iraqê ji bo rê li ber firehbûna xwepêşandanan bigire, ji duh ve internêt ji ser tevahiya parêzgehan birrî ye.

 N.O