Li Tirkiyê rewşa awarte bidawî dibe

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gûl eşkere kir, rewşa awarte dê di nav çend rojan de bidawî were.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gûl eşkere kir, rewşa awarte dê di  nav çend rojan de bidawî were.

Abdulhamît Gûl di konferansekî di derbarê hewla derbeya leşkerî de axivî û got piştî çend rojên din dê rewşa awarte ya li Tirkiyê bidawî were.

Got jî, lê ev nayê wê wateyê ku şerê wan a li dijî terorê bidawî were.  Dê şerê wan a terorê bi dijwarî û bibiryarî berdewam bike.

Berî niha 2 salan piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê rewşa awarte hatibû ragihandin û dema rewşa awarteyê biryar e di 18ê Tîrmehê de bidawî were.

 

S. B