Tirkiye daxwaza rawestandina şerê Idlibê ji Rûsya dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê kaxezeke sipî radestî Rûsya dike ji bo rizgarkirina parêzgeha Idlibê ji êrîşên Artêşa Sûryê.
Rojnameya El-Şerq El-Ewset ragihand, ku Tirkiyê pilanek bi navê (Kaxeza Sipî) radestî Rûsya kiriye û têde behsa rewşa Idlibê dike.
Li gorî zanyariyan, ew pilan daxwaza parastina Idlibê ji êrîşên Artêşa Sûryê dike herwiha daxwaza vekirina riya Heleb û Şamê dike.
Heman rojnameyê diyar kir, ku Hikûmeta Tirkiyê wê daxwazê ji tevahiya aliyên siyasî û yên çekdar ên opozisyona Sûryê bike, ku di dema du hefteyan de, kongirekî lidar bixin, daku yekîtiyekê di nav xwe de pêk bînin.
Herwiha di wî kongirî de, wê Tirkiyê daxwazê ji yekîneyên opozisyonê bike, daku çekên xwe yên giran û sivik radestî wê bikin heya ku artêşeke niştimanî pêk bînin û tevahiya yekîneyên opozisyonê têde cih bigirin.
N.O