Rêxistinek: Dar û daristanên Efrînê bi qest tên şewitandin

Di berdewamiya şewitandina dar û daristanên Efrînê, du roj in agir bi daristanên navçeya Şera û Bilbilî ya Efrînê ketiye û ta niha nehatiye vemirandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di berdewamiya şewitandina dar û daristanên Efrînê, du roj in agir bi daristanên navçeya Şera û Bilbilî ya Efrînê ketiye û ta niha nehatiye vemirandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li gundê Mersawa ya navçeyan Bilbilê agir bi zeviyeke darên zeytûnê ket û zêdetir ji hezar û 200 darên zeytûnê hatin şewitandin.

Herwiha îro jî agir bi darên derdora gundê Bêla ya navçeya Bilbilê ket û gihîşt nava gund, lê berî ku agir pir belav bibe, ji aliyê gundiyan ve hate vemirandin.

Da zanîn jî, ji pêr ve agir bi daristana başûrê gundê Omera ketiye û tevî hewla vemirandina wê ji aliyê Encûmena Sivîl a Şera û jin xwebexşan ve, lê hîna agir nehatiye vemirandin.

Wê rêxistinê amaje bi wê yekê kir, demek e agir bi qest bi dar û daristanên Efrînê dikeve, bi taybet piştî derbasbûna artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji Efrînê re, şewitandina dar û daristanên Efrînê zêde bûye.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ji 18ê Adara bûrî ve derbasî Efrînê bûne û dagîr kirine, ta niha jî agir bi dar û daristanên hemû navçeyên Efrînê ên wek Raco, Mabeta, Bilbilê û Şera dikeve.

Hin jêderên ji nava Efrînê ji K24ê re gotin, bi hinceta ku hin şervanên YPGê li nava daristanên Efrînê xwe vedişêrin, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi qest agir bi wan dar û daristanan dixin.

Her çend e ewqas agir bi dar û daristanên Efrînê dikeve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ti carî hewla vemirandina wan agiran nedane.

S. B