Erdogan bang li şirketên navneteweyî kir

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di axaftina xwe lipêş gruba Parlementoyê ya AK Partî de bang li şirketên navneteweyî kir ku, werin nav bazara mezin a Tirkiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di axaftina xwe lipêş gruba Parlementoyê ya AK Partî de bang li şirketên navneteweyî kir ku, werin nav bazara mezin a Tirkiye.

Erdogan diyarkir: “Li vir ez banga xwe digihînim şirketên navneteweyî. Bila baweriya we bi pêşeroja Tirkiye hebe. Ên ku îro werin nav bazara mezin a Tirkiye, sibe dê sûd a herî mezin werbigrin û bidest bixin. Ji niha û pê ve, yê ku bi we re danûstandinê bike, dê Serokomarî bi xwe be”.

Serokomarê Tirkiye herweha anî ziman ku, Tirkiye amadeye hemû hesankariyan ji şirketên navneteweyî re amade bike. Wêneyê aborî yê Tirkiye, ne ligor rastiya Tirkiye ye. Hêvîdar im, di demek herî nêzîk de Tirkiye dê bikeve rewşek aborî ya baş.

Erdogan destnîşankir ku, dê hewlek mezin bidin bêkariyê bigihînin astek nizm û armancên xwe yên aborî derbasî jiyanê bikin.

 

C.B