TRT dikeve bin kontrola Serokomariyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Dezgeha Radyo û Telewizyonê ya Tirkiye (TRT) bi biryarnameyê yekser bi Serokomariyê ve hate girêdan. Komisyona Bilind a Radyo û telewizyonê jî ket kontrola Birêvebiriya Şand û Geştyariyê.
Ligor biryarnameya di Rojnameya Fermî (Resmî Gazate) de hatî weşandin, du birêvebiriyên nû dinav sistema Serokomariyê de hatin damezrandin – Birêvebiriya Stratejî û Budçeyê û Birêvebiriya Danûstandinê.
TRT bi Birêvebiriya danûstandinê ve tê girêdan û yekser dikeve kontrola Serokomariyê de. Birêvebiriya Danûstandinê dê herweha medya ya derve, çapemenî û xebatên ragihandinê bişopîne û lobiya medyayî li derve ava bike, bixwaze pêşî li rexneyên beramberî Tirkiye jî bigre.
C.B