Amerîka firotana firokeyên F 35 ji Tirkiyê re rawestand

Wek karvedanekê li ser kirîna Tirkiyê ji sîstema beravaniyê S 400, Kongressa Amerîkî bi fermî şandina firokeyên şer ên F-35 ji Tirkiyê re rawestand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wek karvedanekê li ser kirîna Tirkiyê ji sîstema beravaniyê S 400, Kongressa Amerîkî bi fermî şandina firokeyên şer ên F-35 ji Tirkiyê re rawestand.

Rojnameya “Washington Times” a Amerîkî belav kir, ji ber Tirkiyê sîstema S-400 ji Tirkiyê kiriye, kongressa Amerîkî biryar rawestandina şandina firokeyên F-35 ji Tirkiyê da, ev yeke jî heta ku Washington rêkeftina Tirkiyê û Rûsyayê derbarê kirînê sîstema S-400 lêkolîn bike.

Tirkiyê ji bo kirîna 100 firokeyên F-35, 175 milyon Dolar terxan kiriye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewud Çawîşoglu di 11 Tîrmehê de ragihandibû, dê di Havîna sala 2019an de sîstema S-400 li welatê wî bên diyarkirin û bi dawiya wê salê re jî dê bikeve xizmetê.

Berî demekê jî Amerîka Tirkiye hişyar kiribû, heger Enqere dest ji plana kirîna sîstema bergîriyê S-400 ji Rûsyayê bernede, dê metirsî li ser girêbesta kirîna firokeyên şer ên F-35 çê bibe.

 

S. B