Komisyonê heyama pêşkêşkirina navên berbijêran dirêj kir

Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê heyama pêşkêşkirina navên berbijêran dirêj kir û dawî agahdarî da aliyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê heyama pêşkêşkirina navên berbijêran dirêj kir û dawî agahdarî da aliyan.

Peyvdarê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, komisyonê biryar da heyama pêşkêşkirina lîste û navên berbijêrên qeware û aliyên siyasî ta roja Yekşemê 29ê vê mehê dirêj kir.

Amaje bi wê jî da, Encûmena Komisyaran li ser daxwaza beşek ji aliyên siyasî pêwîst zanî ku demeke din bide lîste û qewareyên siyasî. Heger ta roja 29ê Tîrmehê her lîste û qewareyek navên berbijêrên xwe pêşkêşî komisyonê neke, ew di ber wê de dibe berpirsyar û ji beşdarîkirina di hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê bêpar dibe.

Biryar e hilbijartinên Parlemantoya Herêma kurdistanê roja 30î Îlona bê birêve biçe, heyama pêşkêşkirina navan jî îro bidawî dibe, lê bo çend rojên din hat dirêjkirin.

 

S. B