Supaya Pasdaran bersiva gefên Trump dide

Supaya Pasdaran a Îranê: Beşek ji berhemên me yên mûşekî, karin heya dûriya 2000 kîlometran li armanca xwe bidin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandeyê giştî yê Supaya Pasdaran a Îranê (Mihemed Elî Ceiferî) ragihand, bersivdana gefên Amerîka li dijî newta Îran hêsan e.

Mihemed Elî Ceiferî di merasîma pêşkêşkirina 10 firokeyên Suxoy 22 ji hêzên ezmanî yên welatê wî re ragihand, ku pêşketina Artêşa Îranê di warê serbazî de û bitaybet di warê mûşekan û sîstema bergiriyê de, hiştiye ku em biryarê li ser dubare nûkirina tevahiya firokeyên cengî bidin.

Herwiha Elî Ceiferî got: Beşek ji berhemên me yên mûşekî, karin heya dûriya 2000 kîlometran li armanca xwe bidin û heger ev gotina min bigihêje serokê Amerîka, ti demê ew wêrekî li cem wî namîne ku gefa danîna dorpêçê li ser petrola Îranê bike.

Ji aliyê xwe ve jî, fermandarê Supayê Qudsê ya Îranê (Qasim Silêmanî) ragihand, ku serokê Amerîka (Donald Trump) dixwaze agirê şer pêxîne, lê di dawiyê de, wê Îran bi serkevtî dawî li wî şerî bîne.

Qasim Silêmanî diyar kir, Trump ne di wî astî de ye, heya ku Serokê Îranê bersiva wî bide û got: Ez û Supaya Qudsê, ewê bersiva Amerîka bidin û em amade ne ji her bergirîyekê re li dijî Amerîka.

Silêmanî zelal kir, ku berî niha Amerîka hemû rê li dijî Îranê têst kiriye, niha jî dixwaze şer bike, lê di dawî de, wê Îran biser keve.

Berî çend rojan, serokê Amerîka Donald Trump li ser Twitter a xwe, bi tundî bersiva serokê Îranê (Hesen Rûhanî) da û got: Heddê te ye tu careke din gefan li Amerîka bike û heger tu yek şaştiyê bike, tê rastî hin encaman bê, ku berî te, kesin kêm di dîrokê de rastî wan encaman hatine. Amerîka nema ew welat e, li beramberî gotinên te, yên tijî kuştin û tundî, sistiyê bike, ha ji xwe hebe.

N.O