Akar: Hîn jî Cemaeta Gulen dinav serbaziyê de ma ye û çalak e

Sefermandarê berê û Wezîrê nû yê berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar, di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Milliyet de bal kişand hebûn û çalakiyên Cemaeta Gulen di nav Hêza Serbazî ya Tirkiye de

K24 – Navenda Nûçeyan

Sefermandarê berê û Wezîrê nû yê berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar, di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Milliyet de bal kişand hebûn û çalakiyên Cemaeta Gulen di nav Hêza Serbazî ya Tirkiye de.

Akar diyarkir: “Em nikarin bibêjin ku, me Cemaeta FETO (Cemaeta Xizmet a Fethullah Gulen) jinav Hêzên Çekdar ên Tirkiye (TSK) paqij kiriye. Têkoşîna me hemberî wan dê berdewam bike. Bi destûra xwedê em dê dawiya wan bîn in.”

Desthilata Tirkiye, Cemaeta Xizmet a Fethullah  Gulen bi pêkanîna hewla Kodetaya serbazî ya 15ê Tîrmeh a 2016an tometbar dike û heta niha bi deh hezaran kes ji nav Hêzên Çekdar ên Tirkiye hatine dûrxistin û girtin.

 

 

C.B