Rêzan Gilo: Ger diyalog bi rejîmê re bibe, raya giştî dê bizanibe!

Hevserokê berê yê Desteya berevanî ya Kantona Cezîrê Rêzan Gilo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24 bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê Desteya berevanî ya Kantona Cezîrê Rêzan Gilo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24 bû û bi taybetî liser helwêsta rejîma Sûriyê ya vegera rojavayê Kurdistanê û babeta danûstandinan bersîva pirsên K24 dan.

Rêzan Gilo destnîşan kir ku: “Rejîm li Suriye bê îrade ye, ji alî Rûsyayê ve tê birêvebirin. Suriye wekî hêza xwe, wekî artêş nikare gundekî jî bizivîrine. Ew hêza wê nîn e, lê îradeyek dewleyî heye. Bi wan çeteyan re, bi wan ên ku navê Opozisyonê li xwe dikin, bi wan re, wan li basan siwar dikin û dinerin ku, guherînek demografîk çêdikin. Ango bazar tên kirin. Heta dever bê şer radestî rejîmê tên kirin. Li vir îradeyek dewleyî heye, ku bigihînin astekê,ji bo diyar bikin:  va ye dive diyalog pêş bikeve. Zemîn ji wê re amade dikin.  Ji bo ku pêşeroja Suriye bê yekalî kirin behsa gelek tiştan dikin, behsa Destûrek nû dikin, behsa sîstemek nû dikin.

Ji bo ku rejîm vegere rojavayê Kurdistanê? Li vir şerek tund hîn berdewam e, HSD li devera Dêrazorê şerek dîrokî hemberî DAIŞ dimeşîne. Hîn metirsiyên vegera DAIŞ li hin deveran heye, hin xeliyên wan ên razayî hene. Metirsî li bakurê Suriye di vê çarçoveyê de heye. Ji bo têkbirina van metirsiyan dem û zemîn jê re divê. Ango di rewşek weha de rejîm bixwaze were, bi hewar a DAIŞê ve tê”.

Liser pêwendiyek di navbeyna rejîm û Rêvebiriya Xweser de ku rû da be yan proseyek weha heye? Gilo diyarkir: “Rêvebiriya Xweser berê jî diyar kiribû, em ji diyalogê re amade ne. Di çarçoveya parastina destkeftiyan gelê me de. Lê dixwazim vê yekê bînim ziman, rejîma BAAS bi vê zihniyeta xwe ya nîjadperest , û rewşa ku niha ketiye de, ne amadeyî diyalogek rasteqîne ye. Vê projeyê jî napejirîn e. Ger diyalogek rasterast çêbibe, her kes zelal û şefaf dê bê agahdar kirin”.

Herweha liser pirsa ku, Rêvebiriya Xweser wê sozê dide, ger danûstandinek bi rejîmê re bibe, raya giştî ya Kurd ji vê yekê agahdar bike, Gilo anî ziman: “Rêvebiriya Xweser an MSD tiştek ku jê bitirsin nîn e. Li vir şerek mezin hatiye kirin, sîstemek hatiye damezrandin. Destkeftên gelên bakurê Sûriyê çêbûn. Jiber vê gava rejîm amadeyî danûstandinan be, tu pirsgîrêk nîn in ku ji raya giştî re bê ragihandin. Berovajî dê pirr şeffaf be û ji bo gel agahdar be çi dibe, em dê pirr şefaf tevbigerin. Lê di vê dema dawî de pirr ragihandin, bi taybetî medyaya rejîma Suriye diyarkir ku, wekî tiştek weha çêbû ye, wekî ku tiştên bi dizî çêbûn e. Tiştek ku em ji gelê xwe veşêrin nîn e. Em  sistemek şeffaf û demokratîk ava dikin, gava diyalog bibe, her kes dê bizanibe.

 

 

C.B