Mesrûr Barzanî: Pêwîst e hikûmeta Iraqê li ser binemaya hevsengî û hevbeşiya rasteqîne pêk were

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekeziyê li ser pêkanîna hikûmeta Iraqê li ser binemaya yekrêzî, hevsengî û hevbeşiya rasteqîne dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekeziyê li ser pêkanîna hikûmeta Iraqê li ser binemaya yekrêzî, hevsengî û hevbeşiya rasteqîne dike.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Koşka Spî ya Amerîka ligel Cîgira Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimanî Mira Ricardel bo guftûgokirina hejmarek pirsan civiya.

Mesrûr Barzanî û Mira Ricardel tekezî li ser temamkirina şerê li dijî DAIŞê û berdewamiya hevbeşiya ligel hêzên Kurdî û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka kirin.

Derbarê pêkanîna hikûmeta Iraqê de, Mesrûr Barzanî diyar kir, çavê Herêma Kurdistanê li beşdarîkirina di hikûmetekê de ye, ku binemaya yekrêzî, hevsengî û şeraketa resteqînê tê de parastî be, ev jî wek daxwazeke gelê Kurdistanê ye û bi piştbestin bi destûrê ye.

Herwiha Mesrûr Barzanî û Mira Ricardel behsa piştevaniya berdewam a Herêma Kurdistanê bo koçberan bi giştî û Xiristiyanan û Êzidiyan bi taybetî kirin, ku ji ber ne aramiya rewşa navçeyên wan berên xwe dane Herêma Kurdistanê.

 

S. B