Rojnamevanek: Xwepêşandan bigihin Kerkûkê, Kurd dê zererê bibînin

Biryar e îro li çendîn parêzgehên Iraqê xwepêşandan dest pê bikin, metirsî heye xwepêşandanên başûrê Iraqê bigihe Kerkûkê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro li çendîn parêzgehên Iraqê xwepêşandan dest pê bikin, metirsî heye xwepêşandanên başûrê Iraqê bigihe Kerkûkê.

Wek berdewamiya nerazîbûnê li hember nebûna xizmetguzariyên giştî, ava vexwarinê û kehrebê, biryar e îro li 7 parêzgehên Iraqê  Bexda, Besra, Kerbela, Mîsan, Necef, Zîqar û Musene xwepêşandan werin kirin.

Gihîştina xwepêşandan bo Kerkûkê niha egerekî vekirî ye, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û beşek ji Erebên wî bajarî dibînin ku daxwazên xelkê Kerkûkê ji daxwaza xelkê başûrê Iraqê zêdetir in.

Cîgirê Berpirê Malbenda Du ya YNKê li Kerkûkê Xefûr Salih ji K24ê re got: “Gelek xedir li Kerkûkê hatiye kirin, ji bilî pirsên xizmetguzariyê, di pirsên ewlehiyê, aborî, leşkerî û di hemû waran de xedir li me hatiye kirin, heger rewşa li başûrê Iraqê veguhêzin kolanên Kerkûkê ew ji mafê me ye.

Di wê derbarê de, rojnamevanê ji bajarê Kerkûk Burhan Silêman dibêje, encamdana xwepêşandanan di vê qonaxa niha de, dê ziyanê bigihîne tevahiya Kurdan û ne dûr e ku bibe sedema dirustbûna şerekî mezhebî.

Burhan Silêman ji K24ê re got: “Encamdana xwepêşandanan li Kerkûkê dê metirsiyê mezin jê derkevin û armanca wê dê bi aliyekî din ve bê guhartin. Reng e xwepêşdan di qazencê desthilata ku niha li Kerkûkê heye de be, ku berê xwepêşandanan biguhêre şerekî di navbera Kurd û Ereb de, yan di navbera Kurd û Tirkmenan de, loma divê Kurdên Kerkûkê bêhtir girîngiyê bidin pirsên netewî, ji ber ku di vê rewşa niha de xwepêşandan nakevin berjewendiyên Kurdan.”