MSD: Birêvebirina Bakurê Sûriyê bi hikûmetê re gotûbêj dikin

MSD: Birêvebirina Bakurê Sûriyê bi hikûmetê re gotûbêj dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar ji K24ê re tekez kir, şanda wan li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê çûye Şamê.

Hevserokê MSDê Riyad Dirar li ser çûna şanda MSDê bo Şamê ji K24ê re got, ew şande li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê çû Şamê û dê li ser pêşeroja navçeyên Bakurê Sûriyê û birêvebirina wan gotûbêjan bikin.

Aşkere kir jî, berî niha hevdîtinên wan bi hikûmeta Sûriyê re li ser rêvebirina bendava Ferêt li Tebqayê hebûn.

Hevserokê MSDê got jî, niha ti merc ji bo gotûbêjan nîn in, aramnca wan  ew e ku Sûriye yekgirtî bimîne û miletê wê mafê xwe bistîne.

Ji duh ve şandek bi serokatiya Seroka Desteya Cibicîkar a MSD Îlham Ehemd û endametiya Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan û 3 berpirsên din ên Bakurê Sûriyê sedana Şamê kirine.  

 

S. B