Krîza CHP berferehtir dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Dijberên nav CHPê ku daxwaza Kongreya Awarte dikin dan zanîn, hejmara îmzeyan 625 derbas kiriye û gihiştiye 628 kesan.
Parlamenterên CHPê Gaye Usluer û Yaşar Tuzun hejmarên dawî yên bo kongreya awarteyê aşkera kirin. Tuzun da zanîn, îmzeya 559 kesan a bi pejirandina noterê gihiştiye destê wan û îmzeyên 69 delegeyan jî di rê de ye.
Gaye Usluer jî da xuyakirin, wan hîn berê dabûn xuyakirin ku îmze bo komkirina Kongreya Awarteyê bes e û roja duşemiyê ew dê hemû navan aşkera bikin.
Li rayedarên CHPê hîn jî didin xuyakirin, hejmar negihîştiye 625 kesan. Daxwaz dikin ku, îmzeyan radestî wan bikin. Duh 129 parlamenterên CHPê û 59 serokên şaxên bajaran yên CHPê, bi daxuyaniyeke hevpar dijî kongreya awarte derketibûn.
C.B