Şepêla El-Hikme: Pêkanîna Hikûmeta rizgariya niştimanî kudeta ye

Ebdella Zeydî, serkirde di Şepêla El-Hikme de, ku Emar Hekîm serokatiya wê dike, ragihand ku daxwaza hin aliyan ji bo pêkanîna Hikûmeta Rizgariya Niştimanî, kudeta ye li ser destûra Iraqê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ebdella Zeydî, serkirde di Şepêla El-Hikme de, ku Emar Hekîm serokatiya wê dike, ragihand ku daxwaza hin aliyan ji bo pêkanîna Hikûmeta Rizgariya Niştimanî, kudeta ye li ser destûra Iraqê.

Ebdella Zeydî diyar kir, ku ji piştî 2003yan ve, her dema aloziyeke siyasî û ewlehî çêbibe, daxwaza pêkanîna Hikûmeta Rizgariya Niştimanî tê kirin û tiştek bi vî navî di destûrê de tine ye.

Zeydî tekez kir, ku niha serdema demokratî û hilbijartin û bicîkirina daxwazên xelkî ye, ne serdema kudetayan e.

Berî niha serokê Hevpeymaniya El-Weteniye Iyad Elawî, daxwaza pêkanîna Hikûmeta Rizgariya Niştimanî kiribû, lê pêncşema derbasbûyî, ew jî li ser wê daxwaza xwe poşman bû.

N.O