Catalonia dev ji mafê serxwebûnê bernade

Puigdemont: Ev ne rawestgeha min ya dawî ye û ev jî ne dawiya geşta min e. Ezê serdana hemû welatan bikim, daku piştevaniyê ji serxwebûna Catalonia re di cîhanê de peyda bikim.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Catalonia (Carles Puigdemont) ragihand, ku ewê serdana hemû welatên cîhanê bike, daku piştevaniyê ji serxwebûna Catalonia re bidest bîne.

Par piştî ku Herêma Catalonia referanduma serxwebûnê encam da, welatê Ispania ew referendum red kir û bi awayekî rasterê desthilata xwe li ser wê herêmê sepand û biryara girtina Carles Puigdemont da.

Di encamê de, Carles Puigdemont di Mijdara 2017an de, bi neçarî berê xwe da welatê Belcîka û piştî demekê, gava ji Finlenda bi riya Almanya vedigeriya Belcîka, ji aliyê polîsên Almanî ve hat girtin.

Destpêka vê mehê, dadgeheke Almanî biryar da, ku çêdibe ew Puigdemont radestî Ispania bikin, bi tometa ku wî pereyên giştî bihedir daye, neku ji bo tometa şikandina biryarên Hikûmeta Ispanî.

Piştî vê yekê dadgehê biryara azadkirina wî da û ew jî vegeriya welatê Belcîka, di kongirekî rojnamevanî de, li gel serokê niha yê Catalonia (Kim Tura) serokê berê yê Catalonia Carles Puigdemont got: Ev ne rawestgeha min ya dawî ye û ev jî ne dawiya geşta min e. Ezê serdana hemû welatan bikim, daku piştevaniyê ji serxwebûna Catalonia re di cîhanê de peyda bikim.

N.O