Supaya Pasdaran dîsa gefan li Amerîka dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê berpirsê siyasî yê Supaya Pasdaran (Yedulla Cewanî) gef li Amerîka kir û got: Heger berjewendiyên Îranê bikevin metirsiyê de, wê berjewendoiyên Amerîka jî bikevin metirsiyê de.
Di berdewamiya gefên fermandarên pile bilind ên Supaya Pasdarên Îranê ji Amerîka re, Yedulla Cewanî ji ajansa Tesnîm re ragihand, ger Amerîka zorê li Îranê bike û berjewendiyên Îranê bixe metirsiyê de, wê Îran jî êrîşî berjewendiyên Amerîka bike.
Zêdebûna gefên Îranê, hevdem in li gel nêzîkbûna dema sepandina sizayên nû yên Amerîkî li ser wî welatî.
Li gorî zanyariyan, wê Amerîka di hefteya bê de, dijwartirîn dorpêç di dîroka Îranê de, li ser Taranê bisepîne.
N.O