TEVDEM xwe li doza Kurdî nake xwedî

Aldar Xelîl: Rêveberiya me berî ku kar ji bo çarekirina pirsa Kurd li Sûryê bike, kar li ser çarekirina pirsa giştî ya Sûryê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê TEVDEMê Aldar Xelîl ragihand, ku berî çarekirina pirsa Kurdî, ew kar ji bo çarekirina kirîza Sûryê dikin.

Aldar Xelîl ji malpera PYDê re ragihand, ku rêveberiya wan berî ku kar ji bo çarekirina pirsa Kurd li Sûryê bike, kar li ser çarekirina pirsa giştî ya Sûryê dike.

Xelîl diyar kir, ku nabe çarekirina pirsa Sûrya tenê ji bo Kurd be, lê divê ji bo tevahiya pêkhateyên Sûrya be û got: Me pirojeyek bi navê (Netewa Demokrat) amade kiriye û em li ser wê bingehê kar dikin û dixwazin tevahiya pêkhateyên Sûrya têde cih bigirin.

Navhatî mikur hat ku ew ne xwediyên doseya Kurdî ne li Sûryê, lê bi gotina wî: Pêwîst e doseya Kurdî bi riya danûstendinan bê çarekirin, ew danûstendinên Encûmena Sûrya Demokrat li gel Hikûmeta Sûrya encamp dane, nexşeriya çarekirina tevahiya kêşeyan diyar dike, ku pirsa Kurdî jî di nav de ye.

N.O