Baba Şêx cejna Êzdiyan pîroz dike û xêrê ji cîhanê re dixwaze

K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzdî (Baba Şêx), di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re, cejna Çileya Havînê li Êzdiyan pîroz kir û du`a kir, ku xêr û xweşî li navçeyê vegere û Xweda xweşiyê û aramiyê li hemû gerdûnê berqerar bike.
Baba Şêx diyar kir, ku ziyaneke mezin li Kurdên Êzdî hat, mal û milkên wan hatin talankirin û rastî dagîrkariyeke berfireh hatin.
Herwiha Baba Şêx ji Xweda xwest ku xêr û xweşiyê li wan Êzdiyan vegerîne û wan bi xêr û xweşiyê şa bike.
Duh jî Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de, cejna Çileya Havînê ya Êzdiyan li wan pîroz kir û got: Ew zulma mezin ya ku ji aliyê teorîstan ve bi ser xuşk û birayên me yên Êzidî û gelê me de hatiye, nabe were jibîrkirin.
N.O